Ji 48 welatan hezar û 248 fitbolîst di Kupaya Cîhanê de ne
Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2026an de ji 48 welatan hezar û 248 fitbolîst dê bileyize. 891 fitbolîst cara yekem beşdar dibin.
|
Türkçe
RûpelNews - Li gor daxuyaniya FIFAyê di pêşbirkan de ku li Amerîka, Kanada, Meksîka wê werin leyîstin navên 48 tîm û hezar 248 fitbolîstan diyar bûn.
891 fitbolîst cara yekem di pêşbirkên Kupaya Cîhanê de ya îsal dê bileyizin.
Fitbolîstê herî mezin Craig Gordon ê Îskoçyayî ye 43 salî ye, fitbolîstê herî biçûk Gilberto Mora yê Meksîkayî yê 17 salî ye.
4 welat cara yekem beşdar dibin
Giravên Kesk, Curaçao, Urdun, Ozbekîstan cara yekem beşdarî Kûpaya Cîhanê dibin.
Lionel Messi yê Arjantînî, Cristiano Ronaldo yê Poretkîzî û Guillermo Ochoa yê Meksîkayî ev cara 6an beşdarî Kupaya Cîhanê dibin.
