Li Hewlêrê yekem pêketiyê vîrusa kongo hat tomarkirin

10 gulan 2022 21:31
Li Hewlêrê yekem pêketiyê vîrusa kongo hat tomarkirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed ragihand ku îro 10ê Gulanê yekem haleta taya xwînê (vîrusa kongo) li Hewlêrê hat tomarkirin.

Hat eşkere kirin ku kesê bi wê nexweşiyê ketiye, xortekî 17 salî û xelkê bajarê Hewlêrê ye û niha li nexweşxanê di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Nexweşiya vîruso kongo ku wekî taya xwînberbûnê tê zanîn, nexweşiyek ji ajalan derbasî mirovan dibe ye û %40ê pêketiyên vê vîrusê dikevin bin metirsîya candanê.

Vîrusa kongo ji ajala qijnikê (kene)  derbasî mirovan dibe û bandoreke xirab li ser tenduristiya mirovan dike.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî li Kerkûkê kesekî ji ber nexweşiya vîrusa kongo jiyana xwe ji dest dabû.