Li Hewlêrê bi tundiya 4,9an erdhej çêbû

16 adar 2020 15:13
Li Hewlêrê bi tundiya 4,9an erdhej çêbû

PeyamaKurd - Îro Duşemê demek berê li hejmarek herêmên navbera parêzgehên Hewlêr û Neynewayê erdhej çêbû.

Navenda Cîhanê ya Çavdêriya Erdhejê ragihand ku erdhej bi tundiya 4.9 bi pîvera Richter li navçeya Kelek û Giwêr ên di navbera Hewlêrê û Neynewa de rû da.

Li navenda bajarê Hewlêrê û beşek ji parêzgeha Kerkûkê hest bi erdhejê hate kirin.

Derbarê ziyanên erdhejê de, hîn ti agahiyek nehatiye belavkirin.