Li Hewlêrê 2yemîn Konferansa Sûnwarnasiyê hat lidarxistin

19 cotmeh 2021 22:06
Li Hewlêrê 2yemîn Konferansa Sûnwarnasiyê hat lidarxistin

PeyamaKurd - Wezareta Bajarvanî û Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi amadebûna Wezîrê Bajarvanî û Geştyarî Sasan Ewnî û Seroka Ifpo ya Fransî Barbara Couturaud û hejmarek ji mamoste û şûnwarnasên zanîngehên cîhanê, 2yemîn Konferansa Şûnwarî ji bo gotûbêjkirina karên tîmên ku li Herêma Kurdistanê karê şûnwariyê dikin, birêve çû.

Wezareta Bajarvanî da zanîn, armanca vê konferansê gotûbêjkirina encamên lêkolînên li pêgehên şûnwarî yên îsal û salên borî bû.

Wezaretê destnîşan kir ku ev konferans aliyên veşartî yên dîrok û destketina belgeyên şûnwarî eşkere dike û girîngiya wê jî ew e ku pêgeha Kurdistanê ji aliyê şûnwaran ve bihêztir dike.

Wezaretê diyar kir, armanceke din a vê konferansê jî bihêzkirina pêwendiyên navbera hemû tîmên karê şûnwariyê li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin.

Herwiha hat gotin, ji bo yekxistina encamên ku piştî lêkolînan bi dest ketine, bi taybetî deverên şûnwarî yên Herêma Kurdistanê li konferansê were nasandin, ji ber ku mamoste û pisporên beşdarî konferansê bûn, bi awayekî berdewam rola wan di konferansên cîhanî yên şûnwariyê de heye.