Li Hewlêrê cara yekem konferansa hisê çêkirî tê lidarxistin

28 gulan 2024 22:23
Li Hewlêrê cara yekem konferansa hisê çêkirî tê lidarxistin

PeyamaKurd - Cara yekem li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, konferansek li ser hişê çêkirî û ewlehiya dijîtal tê lidarxistin.

Hate ragihandin ku konferansa hişê çêkirî û ewlehiya elektronî roja Şemiyê 1ê Hezîranê li Hewlêrê tê lidarxistin û dê di konferansê de pisporên cuda li ser mijarê biaxivîn.

Organîzatorê Konferansê Diyarî Ferîdûn Qadir got, Kurdan di warê hişê çêkirî de pêşketinên berçav bidest xistine, nemaze di warên perwerde, zanist û pêşveçûna di her warî de.