Li Hewlêrê cara yekem Konferansa Hisê Çêkirî hat lidarxistin
PeyamaKurd – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê cara yekem Konferansa Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence-AI) di asta Iraq û Herêma Kurdistanê de hate lidarxistin.
Di konferansa ku ji gelek welatên cuda hejmarek pispor û profesor beşdarî kirin de, fêde û xisarên hişê çêkirî hatin gotûbêjkirin.
Konferans bi pêşniyariya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat sazkirin û Vision Educationê piştgirî da konferansê.
Di konferansê de gelek proje û robot hatin nîşandan ku li ser bingeha hişê çêkirî li Iraq û Herêma Kurdistanê hatine çêkirin.
Di encama konferansê de hate diyarkirin ku hegomonyaya kompanyayên mezin a li ser hişê çêkirî cihê dilgiraniyê ye.
Di konferansê de derfetên hişê çêkirî yên zêrîn digel teknolojiya hemedem, ji bo veberhênan û çandiniyê jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin