Li Hesekê ji ber teqîna 2 bombeyan zarokekî can da û 4 zarokên din jî birîndar bûn
07 sibat 2022 15:00
PeyamaKurd – Li Hesekê, ji ber teqîna 2 bombeyên ji paşmayên şer, zarokekî can da û 4 zarokên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, li gundê Um El-Kubir yê li başûrê Hesekê, di encama teqîna bombeyekê de, zarokeke 7 salî can da.
Herwiha eşkere kir, li gundê Til Ziêtir yê li çiyayê Ebdulezîz yê Hesekê jî dema zarokan pezê xwe diçêrandin, bombeyek teqiya û di encamê de 4 zarok birîndar bûn.
Li gor zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve li seranserî Sûriyê 12 kesan di encama teqîna bombeyan de can dane û 24 kes jî birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Teqîna bombeyî li Hesekê: Motorsîkletek teqiya û êrîskar mir
21 cot 2025
Cîhan
Sandeke UNICEFê serdana zarokên DAISê yên di zindana Hesekê de ne kir
08 sbt 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin