Li Hawaiiyê agir bi sedan xaniyî ket

06 hezîran 2018 04:21
Li Hawaiiyê agir bi sedan xaniyî ket

PeyamaKurd - Li Hawaiiya eyaleta Amerîkayê, agirê ku ji Çiyayê Agirîn ê Kilaueayê pekiya bi sedan xanî şewitand.

Janet Snydera Berdevka Şaredara Hawaiiyê diyar kir ku ji ber agirê ku ji Çiyayê Agirîn ê Kîlaueaya ku mehekê berê dest bi faliyetê kir ji ber agirê ku dipeke bi  sedan xanî şewitîn û bûn xwelî.

Roja înê hatibû diyarkirin ku hetanî nûka  nêzî sed xanî ji ber agir şewitîn.

Snyderê der barê xaniyên di xetereyê da agahî neda.

Piştî ku çiyayê agirîn dest bi faliyetê kir ji herêma Punayê bi hezaran kes hatin texliyekirin.

Pispor dibêjin ku agirê ji çiyayê agurîn dipeke hetanî nika li 20 kîlomêtreqere erdî belav bû.

- Hişyariya "yan texliye yan derdestkirin"ê

Di hefteya dawîn da agirê ku ji çiyê derdikeve zehf ren e û çiya zêde diteqe ji ber vê jî rayedar hişyariyê didin welatiyan ku bira xaniyên xwe terk bikin. Polêsan ji gelê herêmê ra gotin "heke malên xwe terk nekin ew ê wan derdest bikin."

Li herêmê erdhejên piçûk û mezin çêdibin.

Çiyayê Agirîn ê Kîlaueayê ji sala 1983yan vir da çalak e û car caran lê teqîn çêdibin.