Pistî êrîsa çekdarî bi sedan mehkûman agir berda girtîgehê û firar kir

06 nîsan 2021 00:01
Pistî êrîsa çekdarî bi sedan mehkûman agir berda girtîgehê û firar kir

PeyamaKurd – Li welatê rojavayê Afrîkayê Nijeryayê çekdaran êrîşî girtîgehekê kir û bi sedan mehkûman ji girtîgehê firar kir.

Hat ragihandin ku li eyaleta Îmo ya başûrê Nijeryayê hejmarek kesên çekdar êrîş birin ser girtîgeha li paytexta Îmo Owerriyê.

Hat diyarkirin ku nasnameya êrîşkaran nehatiye tespîtkirin, lê bi sedan mehkûm dema êrîşê reviyane ku piştre jî girtîgeh hatiye şewitandin û hejmarek zêde wesayît jî şewitîne.