Li Fransayê di mekteban de qedexeya telefonê

07 hezîran 2018 22:28
Li Fransayê di mekteban de qedexeya telefonê


PeyamaKurd - Meclisa Nîştimanî ya Fransayê pêşnûmaya ku bikaranîna telefonê ji bo xwendekarên seretayî û kolejan qedexe dike pesend kir.

 Meclisa Nîştimanî, di rûniştina piştî nîvroyê de pêşnûmaya ku Parlamentera Meşa Komarî LREM Cathy Racon-Bouzon amade kiribû guftûgo kir.

Di encama dengdayînê de pêşnûma hat qebûlkirin.

Li gor vê di sala nû ya perwerdeyê de bikaranîna telefonan li mektebên seretayî û kolejan qedexe ye.

 Xwendekarên lîseyê ne di çarçoveya vê yasayê de ne.