Li Fasê hejmara qurbaniyên erdhejê gihist 632 kesan

09 îlon 2023 16:06
Li Fasê hejmara qurbaniyên erdhejê gihist 632 kesan

PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Fasê (Mexrib) diyar kir, heta niha ji ber erdheja vê sibê ya li welat, 632 kesan can dane.

Medyaya fermî ya Fasê ji Wezareta Navxwe da zanîn, ji ber erdheja vê sibê ya li Fasê, 632 kesan can dane û 329 kes jî birîndar bûne.

Peymangeha Jeolojiyê ya Fasê jî di daxuyaniyekê de ragihand, erdhej bi hêza 7.2 ya pileya Rîxterê rûdaye û di nava sedsala borî de erheja herî bihêz bûye.

Herwiha Navenda Jeolojiyê ya Amerîkayê jî eşkere kir, navenda erdheja Fasê bajarê Merakeşê bûye û di kûrahiya 18.5 kîlometre di bin erdê de qewimiye.