Hejmara qurbaniyên erdhejên Japonyayê zêde bûn

05 rêbendan 2024 16:28
Hejmara qurbaniyên erdhejên Japonyayê zêde bûn

PeyamaKurd – Di erdhejên ku li herêmên Îşikawa yên Japonyayê û Nîvgirava Noto ya li vê herêmê pêk hatin de hejmara qurbaniyan derket 92yan.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di 1, 2, 3 û 4ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li dervayê Îşikawayê erdhejên bi lerza 4 û 7an pêk hatin.

Pirsgirêkên herî mezin ên li herêma erdhejê ya li Japonyayê av û ceyran in.

Îro bi saeta herêmî saet 00.04an bi lerza 4.4, di 08.06an de 4, di saet 09.27an de 4.1 û di saet 09.39an de bi lerza 4,2an erdhej çêbûn.

Hat ragihandin ku pişterdhej dewam dikin û çarenivîsa zêdetirî 240 kesan nediyare.

Parêzgariya Eyaleta Işikawayê daxuyand ku li herêmê di erdhejê de 92 kesan jiyana xwe ji dest dan û li seranserê herêmê zêdeyî 300 birîndar jî hatin dermankirin.