Hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe: 20 kes mirin û 1015 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê derbarê erdheja Elezîzê de ragihand ku 20 kes mirine û 1015 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê erdheja Elezîzê de ragihand ku 20 kes mirine û 1015 kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Afet û Rewşên Lezgîn (AFAD) li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku set 20.55an bi dijwariya 6.8 û kûrahiya wê 6.75 km di bin erdê de erdhejek pêk hatiye.
Rasatxaneya Kandilli ya girêdayî ZanîngehaBogaziciya Stenbolê diyar kir ku dijwariya erdhejê 6.5 e.
AFADê eşkere kir ku di erdhejê de li Elezîzê 16 kes û li Meletî jî 4 kesan canê xwe ji dest daye; herwiha li Elezîz, Meletî, Diyarbekir, Semsûr, Batman, Mereş û Rihayê jî hezar û 15 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin