Li Enqereyê civîna çarqolî birêve çû: Pêsketin heye...
PeyamaKurd – Li paytexta Tirkiye Enqereyê di çarçoveya rêkeftina sêqolî de, civîna sêyemîn a çarqolî di navbera Swêd, Fînlanda, Tirkiye û NATOyê de hat lidarxistin.
Di civîna ku li Koşka Serokomariya Tirkiyeyê hat lidarxistin de, Balyozê Tirkiye yê Şêwirmendê Serokomariyê Akif Çagatay Kiliç seroktiya şanda Tirkiyeyê kir.
Di civînê de, li ser navê NATOyê Şefê Sekreteriya Giştî Stian Jenssen, li ser navê Swêdê Balyozê Pêwendiyên Derve Jan Knutsson û li ser navê Fînlandayê jî Sekreterê Daîmî yê Wezareta Derve Jukka Salovaara beşdarî kirin.
Di civînê de, heta lûtkeya NATO ya meha Tîrmehê ji aliyê Tirkiyeyê ve pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê hate gotûbêjkirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî bidawîbûna civînê ragihand ku di gotûbêjên endamtiya Swêdê ya NATOyê de, pêşketin çêbûye ku ew çaverê dikin, Tirkiye endamtiya Swêd bipejirîne.
Swêd û NATO beriya niha ragihandibûn ku hemû mercên Tirkiyeyê di rêkeftina sêqolî de xwestine hatine bicihkirin û li bendê ne Tirkiye endamtiya Swêdê bipejirîne.
Tirkiyê beriya niha endamtiya Fînlandayê pejirandibû û bi hinceta piştevaniya PKKê û radest nekirina hin kesên bi terorê re têkiliya wan heye, ji aliyê Tirkiyeyê ve endamtiya Swêdê ya NATOyê hatibû paşxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin