Li Enqere serokê sendîqeyê pêsî sekreterê sendîqeyê pasê jî xwe kust
17 sibat 2025 19:49
PeyamaKurd – Li paytexta Tirkiye Enqereyê li avahiya Sendîqeya Metalê ya Yekbûyî (Birleşik Metal İş) êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê, Serokê Şaxê Sendîqeyê Deniz Ilgaz, bi çekê gule reşand ser sekreterê şaxê sendîqeyê Erdînç Koç.
Hate diyarkirin ku Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Ilgaz jî piştî kuştina wî bi çekê întihar kir û xwe jî kuşt.
Piştî bûyerê polîsan kuçeya ku avahiya sendîqeyê tê de ye, dorpêç kir û nahêlin ti kes derbas bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Erdogan li Enqereyê bi Serokê Durziyan re civiya
24 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin