Li Efrînê dizî, talan, kustin û revandin berdewam e!

04 berfanbar 2018 16:35
Li Efrînê dizî, talan, kustin û revandin berdewam e!

PeyamaKurd - Çekdarên alîgirên Tirkiyê gundiyekî Efrînê revand û dest danîn ser otomobîl û fêkiyên wî.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê ragihand ku duh 3yê Kanûnê welatiyê bi navê Xelîl Xalid ê xelkê gundê Basûtê ku fêkiyên xwe li otombîla xwe bar kiribû û dixwest derbasî Efrînê bibe û bifiroşe, ji aliyê çekdarên komên girêdayî Tirkiyê ve hat revandin.

Hat zanîn ku Xelîl Xalid dema di rêbenda gundê Turindê re derbasî dibû, çekdaran daxwaza 200 hezar lîreyên Sûrî jê kiriye, lê ji ber ku gundiyê Kurd pere neda wan, bi otombîleke leşkerî li pey wî ketine û ew revandine.

Komên çekdarên ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa tirk ve li wir bicih bûne, ji bilî dizî û talanê, bacê ji xelkê dixwazin û kesên nedin jî direvînin.

Hêjayî gotinê ye, ji Adara 2018an ve bûyerên revandin, kuştin û talanê li Efrînê berdewam dikin.