Efrîn | Bîlançoya tawanên kustin, revandin û talana 4 salan eskere bû...
PeyamaKurd – Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nav 4 salên ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ve hatiye dagirkirin de; 650 welatiyên sivîl hatine kuştin û zêdetirî 8 hezar kes jî hatine revandin.
Herwiha rêxistinê daye xuyakirin ku bi qasî 60 deverên dîrokî jî bi destê çekdaran hatine wêrankirin, 400 hezar kesên ji herêmên din ên Sûriyê li Efrînê hatin bicihkirin, rêjeya Kurdan li Efrînê daketiye ji 25%î û .
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê bîlançoya tawanên di nav 4 salan de heta dawiya sala 2021ê li herêma Efrînê ji aliyê çekdaran û artêşa Tirk ve hatine kirin eşkere kir.
- Zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê yên resen hatin koçberkirin û hîna jî koçberkirina bi zorê didome.
- Rêjeya Kurdan li Efrînê daket ji 25%.
- 400 hezar kesên ji herêmên din ên Sûriyê li Efrînê hatin bicihkirin.
- Ji ber hejmara zêde kêsên li Efrînê hatine bicihkirin, zêdetir 30 kamp û 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.
Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de dewleta Tirk, navên kolan, qad, dibistan, nexweşxaneyan guhertin û navên Tirkî li wan hatin kirin.
– Zimanê tirkî di dibistanan de hatin ferzkirin.
–Cihên pîroz û mezarên Êzidiyan hatin rûxandin.
-Nasnameyên Tirkî ji bo sivîlên Sûriyê yên li herêmên dagirkirî hatin çêkirin.
8 Hezar û 63 kes hatin revandin, 35 hezar dar hatin birîn û şewitandin
– Di nava 4 salan de 655 sivîl ji wan 90 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin. Ji wan 84 jin in.
– 8 hezar û 63 kes revandin, çarenûsa zêdetirî 2 hezar ji wan ne diyar e.
– Zêdetirî 696 kes di encama bombebarana Tirkiyê û çekdaran de birîndar bûne.
– 217 bûyerên teqîna mayînan û bombeyan pêk hatin.
– Zêdetirî 333.900 dar hatin birîn.
Zêdetirî 12 hezar darên zeytûnê û darên din hatin şewitandin.
– Zêdetir 11 hezar hektar ji erdê çandiniyê hate şewtandin.
– Bi hezaran mal hatin desteserkirin û firotin.
-Derodar 60 şûnwar û girên dîrokî hatin wêrankirin.
-Zêdetirî 28 mezarên mezin û olên cûda hatin xirabkirin.
Di daxuyaniyê de binpêkirinên sala 2021an jî hatin eşkerekirin
– 51 kes hatin kuştin.
– 718 kes hatin revandin.
– 17 cihên dîrokî hatin wêrankirin.
– 23 hezar û 500 dar hatin birîn.
Zêdetirî 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.
– Zêdetirî 160 mal hatin desteserkirin û zêdetirî 75 mal û bi dehan dikan hatin firotin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bang li rêxistinên navnetewî, hiqûqî, mirovî jî kir ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tawanên xwe rawestîne, hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin