Efrîn | Di mehekê de 4 kes hatin kustin, 40 jî hatin revandin

02 tebax 2024 22:39
Efrîn | Di mehekê de 4 kes hatin kustin, 40 jî hatin revandin

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rapora xwe ya meha Tîrmehê ya tawanên li herêma Efrînê hatine kirin eşkere kir.

Li gorî raporê, di meha Tîrmehê de 2 jin û 2 mêr hatine kuştin, 3 kes birîndar bûne. Herwiha îşkence li jinekê û 2 kesan hatiye kirin û zêdetirî 40 kes jî ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin ku 2 ji wan zarok in.

Rêxistinê daye xuyakirin ku artêşa Tirkiye û çekdaran bi hincetên cuda xerac ji 2 kesan standinye û bi hinceta diziyê jî malek şewitandiye.

Li şewat û birîna daran jî hatiye diyarkirin, zêdetirî hezar û 900 dar hatine birîn û 572 hektar daristan jî şewitîne.