SOHR: Di mehekê de li herêmên rejîma Sûriyê 178 kes hatin kustin

06 îlon 2024 20:05
SOHR: Di mehekê de li herêmên rejîma Sûriyê 178 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nav meha Tebaxê de 178 kes li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de hatine kuştin û 125 kes jî hatine revandin.

SOHRê da xuyakirin, di meha Tebaxê de, 6 jê zarok û 13 jê jin, bi giştî 178 kes li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku wan kesan di bûyerên kuştin, şer, êrîş û nakokiyên malbatî de jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha SOHRê da zanîn, di heman mehê de li Heleb, Humis, Dera, Siwêda, Şam, Tertûs, Hema, Laziqiye û Dêrazorê 125 kes hatine revandin.