Serê HTS û rejîma Sûriyê dijwar bû: Ji bo herêmên HSDê jî ketin tevgerê

29 mijdar 2024 19:29
Serê HTS û rejîma Sûriyê dijwar bû: Ji bo herêmên HSDê jî ketin tevgerê

PeyamaKurd – Çekdarên Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ- El Nûsra ya berê) û komên girêdayî Tirkiyeyê, 3 roj in şerekî giran li eniyên Helebê li dijî hêzên Sûriyê û milîsên Îranê dane destpêkirin ku hejmara kuştiyan 250 leşker û çekdaran derbas kir.

Çeteyên Îranî yên li derdora Helebê û herêma Nubl û El-Zehrayê, îro 29ê Mijdarê ji bo pêşdeçûna ber bi Til Rifat û herêmên di bin kontrola HSDê de jî ketin tevgerê.

Li gorî çavkaniyên PeyamaKurd komên Artêşa Azad a Tirkiye piştevaniya wan dike, ji eksena Efrîn û Ezazê xwe amade dikin. Herwiha tê gotin ku di şerê du rojan de, zêdetirî 250 leşker û çekdar di şer û pevçûnan de hatine kuştin.

Komên çekdar piştî kontrolkirina zêdetirî 50 gundên derdora Helebê ber bi bajarê Helebê ve pêşve diçin û plan dikin ku berê xwe bidin devera Anadanê ji bo êrîşkirina ser milîsên Fatemiyûn ên li Nubl, El-Zehra û deverên ku Ezaz û Ezazê ji hev vediqetînin.

Li gorî zanyariyan, li El-Babê jî mîna ku li rojhilatê Idlibê pêk hat, hin gundên derdora bajarê Erîha, Marat El-Numan û Cisir El-Şuxur ketin kontrola çekdaran. Rêjîma Sûriyê hê jî paşde vedikişe û komên çekdar ber bi deverên din ve pêşve diçin ku ew herêm di bin kontrola rejîmê de bûn.

Hêjayî gotinê ye, tevgera komên çekdar û HTŞê ya dijî hêzên Sûriyê, piştî hewldanên asayîbûna Şam-Enqerê yên bi navbeynkariya Rûsyayê dest pê kiribû û çavkaniyên herêmê diyar dikin ku ev sê meh in jî plana vê êrîşa dawî dihate kirin.

PeyamaKurd / Heleb