SOHRê hejmara çekdarên Îranî yên di mehekê de hatine kustin eskere kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara milîsên îranî yên di meha Tebaxê de li Sûriyê hatine kuştin, eşkere kir.
SOHRê da xuyakirin ku di meha Tebaxa 2023an de 11 çekdarên bi ser Îranê ve, li Sûriyê hatine kuştin.
Hate diyarkirin, 4 milîsên Îranê di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de, 3 milîsên din bi sedema teqîna mînan û 2 milsên din jî bi guleyên kesên nenaskirî hatine kuştin. Herwiha hat eşkerekirin ku 2 endamên Hizbullaha Lubnanê jî hatine kuştin.
SOHRê di raporê de girîngiya derxistina hêz û milîsên girêdayî Îranê aniye ziman û diyar kiriye, milîsên Îranê ji Îranê divê di zûtirin demê de ji nav Sûriyê bên derxistin, ji ber ku metirsiyeke mezin li ser ewlehiya welatiyên sivîl çêdikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin