Hizbullaha Libnanî hejmara çekdarên xwe yên perwerdekirî eskere kir

19 cotmeh 2021 15:34
Hizbullaha Libnanî hejmara çekdarên xwe yên perwerdekirî eskere kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî Hesen Nasralla, di gotareke televizyonî de hejmara çekdarên xwe yên perwerdekirî eşkere kir.

Nasralla piştî bûyerên vê dawiyê yên Beyrûdê da zanîn, tenê peykersaziya leşkerî ya Hizbullah, 100 hezar çekdarên perwerdekirî ne.

Nasralla herwiha destnîşan kir: “Ev hejmar, ji bilî alîgirê partiyê û hevalbendên me yên di Tevgera Amal û hevalbendên din de ye, herwiha ji bilî rêxistin û sendîkayên karker û pîşesaziyên azad û rêxistinên jinan e.”

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî eşkere kir: “Ez van gotinan dikim, ji bo rê li ber şerekî navxweyî bigirim, ne ku gefê li kesekî dixwim.”

Herwiha diyar kir: “Me ev hejmara ji çekdaran amade kirine, ji bo pê rûmet û serweriya welatê xwe biparêzin, ne ji bo şerekî navxweyî.”

Ev gotinên Nasralla piştî wê tên, roja 14ê Cotmehê dema alîgirên Hizbullah û Tevgera Amel li dijî Dadgerê Lêpirsîna Teqîna Beyrûdê xwe pêşan didan, pevçûn û alozî derket û 7 kes hatin kuştin.

Çend roj berê, Nasrallah dengê xwe li dijî Dadwerê Lêpirsînê yê teqîna bendera Beyrûdê bilind kir, ew bi karê “di xizmeta armancên siyasî de” tawanbar kir û daxwaza erkdarkirina dadwerekî din li şûna wî kir.