''Hizbullaha Iraqê li Sengalê ye û alîkariya çekdarên PKKê dike''

31 berfanbar 2020 17:31
''Hizbullaha Iraqê li Sengalê ye û alîkariya çekdarên PKKê dike''

PeyamaKurd – Qaymeqamê Şengalê diyar kir, milîsên Hizbullaha Iraqê li Şengalê ne û alîkariya çekdarên PKKê dikin.

Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl da zanîn, heta niha komên çekdar yên ne qanûnî ji Şengalê derneketine. Tenê ji nav bajêr derketine û bi veşartî karên xwe dikin.

Herwiha Mehma Xelîl destnîşan kir, milîsên Hizbullaha Iraqê heta niha jî di nav Şengalê de mane û alîkariya çekdarên girêdayî PKKê dikin.

Fermandeyê Pêşmerge yê li Şengalê Mîrza Xelef jî eşkere kir, hebûna komên çekdar li Şengalê bûye sebeba tirsandina xelkê û koçber jî newêrin vegerin malên xwe.

Li gor gotina Mîrza Xelef, roj bi roj rewşa Şengalê xirabtir dibe û heta niha jî nayê zanîn dê çi bibe.