Li Diyarbekirê vîrusa korona ji sedî 70 kêm bûye
PeyamaKurd – Parêzgariya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêjeya nexweşên giran ên vîrusa koronayê (Covid-19) li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ji sedî 70 kêm bûye gihîştiye ji sedî 29ê.
Li gorî ragihandina Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ji tedbîrên 17ê Mijdarê dest pê kirine heta niha, rêjeya belavbûn û nexweşên giran li nexweşxaneyan kêm bûye û rewşa heta ji sedî 70yî baş baştir bûye.
Parêzgarê Diyarbekirê daye xuyakirin, ew dê alîkariya ji bo 2 hezar û 761 esnafên bandora tedbîr û qedexeyên koronayê li ser wan çêbûye,1.500 lîre alîkariya pere bidin wan.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê şaredariya mezin a Diyarbekirê jî alîkariya erzaqan bide 7 hezar û 503 xebatkarên ji ber pandemiyê betal mane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin