TTB: Hejmara pêketiyên korona ji sedî 300 ya mirinan jî 4-5 qat zêde bûye

20 mijdar 2020 21:10
TTB: Hejmara pêketiyên korona ji sedî 300 ya mirinan jî 4-5 qat zêde bûye

PeyamaKurd – Di rapirsîneke Yekîtiya Hekîmên Tirkiyê (TTB) de ku li 73 bajaran bi hezar û 270 hekîman re hatiye encamdan, hejmara pêketinên vîrusa koronayê ji sedî 300 zêde bûye. 

TTBê bi civîneke online encamên “Anketa Pandemiyê ya Bijîşkên Malbatan” ji raya giştî re ragihand. Seroka TTBê Şebnem Korûr Fînanci û endamên Konseya Navendî ya TTBê ku di civînê de beşdarî kirin, rapora li ser rapirsînê parve kirin.

Hat ragihandin ku wan li 73 bajaran bi beşdariya hezar û 270 hekîman anket çêkiriye û li gorî rapirsînê di meha derbasbûyî de hejmara pêketiyên koronayê sê qat zêde bûye û gihîştiye milyonek kesan.

Herwiha li gorî amarên 73 bajran hejmara pêketiyan ji sedî 300 zêde bûye û rojane hejmara pêketiyên nû gihîştiye 47 hezar û 629 kesan.

TTBê diyar kir ku li gorî anketê hejmara mirinên ji koronayê jî 3-4 qat zêde bûye.