Dr. Matteo: Vîrusa korona ji pilingê hêrsok niha bûye pisîka kovî
PeyamaKurd – Serokê Beşa Nexweşiyên Pandemîc di Nexweşxaneya Policlinico a San Martino li Îtalyayê Prof. Matteo Bassetti, derbarê vîrusa koronaya nû Covid-19 de îdiayeke balkêş avêt holê.
Dr. Matteo ji rojnameya The Telegraphê ragihandiye ku li gorî mehek berê nexweşên vîrusa koronayê yên dimirin niha baş dibin û dibe ku êdî wekî berî pêwîstî bi beşên hûrnêrînê yên nexweşxaneyan nemîne.
Bassetti got, "Li gorî çavdêriya wan a klînîkî, tundiya vîrusa koronayê guheriye” û diyar kir, meha Adarê nexweşên dihatin pêdiviya wan bi oksîjenê û amûra henasedanê hebû, lê niha di nav 4 hefteyên dawî de gelekî guherî ye û muhtemel e di vîrusê de mûtasyon çêbûye ku bandorê wekî destpêkê li nefesê nake.
Basetti li ser vê rewşa nû wiha got: "Vîrusa korona mehên Adar û Nîsanrê wekî pilingê hêrsok bû, lê niha wekî pisîkeke kovî ye. Niha nexweşên 80-90 salî jî di textên normal ên nexweşxaneyan de ne û dikarin nefesa xwe bi xwe bistînin û bidin.”
Li seranserê dinyayê ji ber vîrusa koronayê ku dawiya Kanûna 2019an ji Wuhan a Çînê belavî cîhanê bû, heta niha 8 milyon û 994 hezar û 469 kes pê ketine û 468 hezar û 514 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin