Li Diyarbekirê parêzerên kurd di mala xwe de mirî hatin dîtin
06 rêbendan 2021 22:12
PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di nav malekê de termê 3 kesan hat dîtin ku guman heye ji ber qaçaxa gazê di mal de jehrî bûne û mirine.
Hat zanîn ku li navçeya navendî Yenîşehîr a Diyarbekirê di malekê de 3 kes bi awayeke mirî hatine dîtin ku yek ji wan parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş in.
Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin daye xuyakirin ku guman heye ew her sê kes ji ber qaçaxa gaza siruştî bi jehrî ketine û mirine, lê ew ji bo piştrast bibin ji sedema mirina wan li benda otopsiyê ne.
Hat zanî mala ku termê wan hatiye dîtin, wekî buroya hiqûqê ya wan parêzan bû û li wir lêkolîn hat kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dihok | Jin û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe mirî hat dîtin
07 mjd 2024
Cîhan
Li Diyarbekirê kesekî 46 salî di mala xwe de mirî hat dîtin
03 tbx 2024
Koçber
Name bo NY: Li ser Kurdên Rojava îhtimala qirkirinê heye
25 rbn 2026
Teknoloji
Peyamên biratiya Kurdan mohra xwe li Newroza Diyarbekirê da!
21 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin