Li Diyarbekirê kesekî 46 salî di mala xwe de mirî hat dîtin

04 tebax 2024 01:47
Li Diyarbekirê kesekî 46 salî di mala xwe de mirî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê (Diyarbekir) li navça Rezan li taxa Mewlana Xalid kesekî bi navê Ö.B. li mala xwe mirî hat dîtin.

Li ser ku agahî ji Ö.B. (46) nîn bû, cîranên wî agahiyê dan polîs. Polîs û tîmên lezgîn yên 112an çûn ciyê malê û derî bi çîlîngîr dan vekirin. Ö.B. di mala xwe de bê tevger mabû. Piştî kontrola tîmên tenduristiyê dîtin ku can daye.

Ji bo otopsiya cenaze, birin Tib a Edlî ya Diyarbekirê.