Li dijî Kampa Mexmûrê hêrisa hewayî
16 îlon 2024 15:45
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Kampa Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê, ji aliyê hin frokeyên bêmirov ve hatiye bombekirin.
Cîgirê Berpirsyarê Ofîsa Qereçûxê ya Mexmûrê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Reşad Gelalî ji Rûdawê re ragihand ku hêrişa bi frokeyên bêmirov di demjimêr 10:15an de pêk hatiye.
Hêzên ewlehiyê yên li kampê rê nadin ku ti kes derbazî cihê ku hêriş li hatiye kirin bibe û ji ber wê yekê jî heta niha li ser ziyana can û mal ti agahî nehatin bidestxistin.
Weke tê zanîn dewleta Tirkiyeyê di 10ê vê mehê de hêrişî Kampa Mexmûrê kiribû û di encama hêrişê de kesekî canê xwe ji dest dabû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
ENKS: Bangên Sara veguheriye kampanyayeke lînçkirinê li dijî Kurdan!
30 mjd 2025
Rojhilata Navîn
Ji Amerîkayê navendeke parastina hewayî û moşekî
14 rbn 2026
Koçber
Serok Barzanî bertek nîşanî kampanyaya dijî Erebên Sûriyê da
12 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin