Îdia: Bi yasaya çarçoveyê Kampa Mexmûrê tê valakirin

02 tebax 2026 10:34

Hatiye îdiakirin ku yasaya çarçoveyê ya li ser pêvajoya çareseriyê, ku tê payîn pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê were kirin, ne tenê dê vegera endamên PKKê yên li çiyayan û li qada Ewropayê ya rêxistinê, lê herwiha dê vegera welatiyên li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê dijîn jî li xwe bigire.

Îdia: Bi yasaya çarçoveyê Kampa Mexmûrê tê valakirin

RûpelNews - Li gorî raporeke Ozgur Cebe di rojnameya Nefesê de, amadekarî ji bo vegera hevwelatiyên Tirkiyeyê yên ku li Kampa Penaberan a Mexmûrê, ya bi qasî 50 kîlometre li başûrê Hewlêrê ye dijîn, berdewam dikin.

Di raporê de tê îdiakirin ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbarê vegera nêzîkî 16 hezar kesên ku li kampê dijîn de lihevkirinek pêk hatiye.

Rapora ewlehiyê ji Enqerê re hat şandin

Tê îdiakirin ku raporeke berfireh a ewlehiyê derbarê vegera sivîlên ku ji Tirkiyeyê koç kirine û li Kampa Mexmûrê bi cih bûne, pêvajoya rehabîlîtasyona wan û vegerandina hevwelatiyên Îran, Iraq û Sûriyê yên ku li kampê dijîn bo welatên wan, hatiye amadekirin.

Tê îdiakirin ku rapora navborî ji Serokomariyê, Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve re hatiye pêşkêşkirin.

Raporên îstixbaratê hebûna 2 hezar endamên PKKê îdia dikin

Di raporê de tê destnîşankirin ku beşek ji kesên li kampê dijîn hevwelatiya Iraqê wergirtine, di heman demê de raporên îstixbaratê destnîşan dikin ku nêzîkî 2 hezar endamên PKKê li kampê hene.

Hat ragihandin ku di nav van kesan de ew kes jî hene ku tê îdiakirin di sûcên cuda de cih girtine, an jî di pevçûnan de birîndar bûne an jî seqet mane.

Li gorî raporê, dê li ser van kesên ku dixwazin wek beşek ji pêvajoya aştiyê vegerin Tirkiyeyê, kontrolên ewlehiyê werin kirin û piştî nirxandina dozên wan dê biryarek were dayîn.