Li Dêrikê zarokeke 4 salî û dêya wê hatin kuştin
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi çekê êrişî malekê hat kirin. Çavkaniyên xwecihî yên li Dêrikê ragihand ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û herî kêm kesek jî birîndar bûye.
RûpelNews - Li gorî agahiyan, zaroka bi navê Nalîn Xelîl Hesama 4 salî û jina bi navê Hesne Newaf Omera 35 salî ku dayîka wê ye di êrişê de hatin kuştin.
Bavê zarokê Xelîl Hesam jî bi guleyan birîndar bû û ew ji bo tedawiyê veguhastin Qamişloyê.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, çekdarekî bi ser apartmana qurbaniyan de girtiye ku li bakurê bajarê Dêrikê ye.
Êrişkar rasterast gule li endamên malbatê reşandine û pişt re reviyaye.
Nasnameya êrişkar eşkere bû
Li gorî çavkaniyan, navê êrişkar Xebat Şikuhî ye.
Agahî nîşan didin ku kujer bi otomobîleke pîkap a cureyê Toyotaya spî reviyaye.
Heta niha sedemên vê tawanê nehatine zanîn.
Asayîşê heta niha li ser êrişê ti daxuyanê nedane.(Rûdaw)
