Li Efrînê du kesên 70 salî û neviyê wan hatin revandin

05 adar 2024 22:43
Li Efrînê du kesên 70 salî û neviyê wan hatin revandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji aliyê koma çekdar a bi navê Polîsê Leşkerî ve, li Efrînî ji malbatekê sê kes hatin revandin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî çekdarên ˊPolîsên Leşkerîˊ yên bi ser Tirkiyê ve, pîrejina bi navê Rozelîn Kemal Murad û hevserê wê Fethî Ebdulhenan Mihemedê 70 salî û neviyê wan Şêrzad Fethî Mihemed ji gundê Emara yê navçeya Mabeta ya Efrînê revandin.

Çavkaniyan daye xuyakirin ku ew hersê kes ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.