Li Çomanê 3 dron ketin
Li navçeya Çoman a girêdayî Hewlêrê, 3 dron ketin. Heya niha li ser hebûna mirin an birîndaran daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.
RûpelNews - Li gor çavkaniyên parastina sivîl, îro nav rojê dron li navçeya Çoman ketin. Hat ragihandin ku yek li nêzîkî avahiya Çavdêriya Civakî û du yên din jî li nêzîkî apartmanên gundê Werde ketine.
Lêkolîn li ser bûyerê berdewam e
Hat diyarkirin ku ji destpêka gergînîyên di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de, li herêmên Soran û Çiyayê Korek gelek êrîşên dron û mûşek hatine kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku lêkolîn li ser bûyerê berdewam e.
