Washington Post: Dronên Îranê xirab derketin, rayedarên Rûsî nerazî ne!

06 îlon 2022 23:20
Washington Post: Dronên Îranê xirab derketin, rayedarên Rûsî nerazî ne!

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nûçeyên firotina dronên Îranê bo Rûsyayê hatiye ragihandin ku ew balafirên bêpîlot ên li Îranê hatine çêkirin erîzeyên teknîkî dane û rayedarên Rûsî ji wan nerazî ne.

Rayedarên ewlehiyê yên Amerîkayê ji rojnameya The Washington Post a Amerîkî re dane xuyakirin ku karwana dronên Îranê 19ê Tebaxê bi rêya balafira kargo gihîştine Rûsyayê û di roja yekem a gihîştina dronan de, rayedarên Rûsyayê rastî gelek kêşeyên teknîkî yên dronan bûne ku ev jî bûye sedema nerazîbûna rayedarên Moskowê.

Demek berê hatibû ragihandin ku Rûsyayê biryar daye bi sedan balafirên bêpîlot ji Îranê bikire daku di şerê Ukraynayê de jî bikar bîne.

Li gorî nûçeya The Washington Postê ji ber êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê, Rûsya rastî dorpêçên giran ên navdewletî hatiye ku Îranê wekî hevbeşa xwe dibîne û dixwaze hin alavên leşkerî ji Îranê dabîn bike.