Li Çiyayê Keleres a Sîdekanê teqîn çêbû: 1 mirî û 1 birîndar
03 hezîran 2023 01:33
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Sîdekan li Çiyayê Kelereşê mayîna (TNT) ku berê hatibû çandin teqiya û di encamê de yek parastvanê sînor can da û yek jî birîndar bû. Rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku di wexta mufreza parastvanên sînor dewriya xwe dikirin, tora teqemeniyê teqiyaye.
Birîndar birine nexweşxaneyekî li navça Soranê, derman kirine û ji wê derê birine Hewlêrê. Navê kesê candayî Rizgar Abdulkerim û yê birîndar Saman Fetah e. Cenazê Rizgar Abdulkerim birine morga nexweşxana Soran ji bo otopsiyê.
Li ser bûyerê gelek kes li ber nexweşxanê civiyane û di derbarê bûyerê de lêpirsîn têkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Kerkûkê teqîn çêbû!
05 cot 2024
Cîhan
Li Tûzxurmatû di bazarekî de teqîn çêbû û hinek kes birîndar bûn
15 hzr 2024
Jiyan
Di çiyayê Popocatepetl de di 24 seetan de 9 car teqîn çêbû
23 nsn 2023
Jiyan
Li peravên Kocaeliyê di tankêra deryayê de teqîn çêbû
28 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin