Li civîna muxalifan binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê hatin axaftin
PeyamaKurd- Opozîsyona Sûriyê bi mebesta ku serok û desteya nû ya rêveberê xwe hilbijêrê li Efrînê civiya. Di civînê de binpêkirinên mafê mirovan hatin axaftin.
Opozîsyona Sûriyê duhî civiya. Rêveberiya Eniya Niştimaniya Kurdistana Sûriyê (ENKS) jî beşdarî civînê bû û li dijî binpêkirinên mafê mirovan bertek hatin nîşandayîn.
Li gorî nûçeya Rûdawê Nûnerê ENKSê û Endamê Desteya Rêveber a Opozîsyona Sûriye, Abdullah Gedo got, “Em wekî ENKSê di hikûmeta demkî de û di nava hêzên girêdayî wê de cî nagirin. Em bi opozîsyona Sûriyê re hevdîtinan dikin da ku zêdetir rêz li mafê xelkê Efrînê û derdora Efrînê bê nîşandan. Derbarê revandin, dizî û şêlandinê û kuştinê me hişyariyên xwe kirin.”
Gedo, “Wekî me berê jî destnîşan kiribû, divê rewşa li wir bi awayekî bibiryar were raçavkirin. Em hêvîdar in hikûmeta nû ji bin vî barî bikaribe rabe.”
20ê çileyê sala 2018an Artêşa Tirkiyê (TSK) û hêzên girêdayî wê (ASA) li dijî Efrînê operasyonek dabû destpêkirin. Piştî şer û pevçûnên 58 rojan TSKê û ASAyê Efrîn kiribû bin kontrola xwe. Ji wê demê û vir ve li Efrînê kurd bi binpêkirina mafên mirovan têne rojevê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin