Li Çewlig Meletî û Qersê erdhej pêk hatin

26 sibat 2024 17:14
Li Çewlig Meletî û Qersê erdhej pêk hatin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Çewlîg, Qers û Meletiyê sê erdhejên cuda pêk hatine.bûn û ev yek bû sedema tirsê.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku şeva borî li navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê di demjimêr 22:14an de erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan çêbûye.

Herwiha piştî vê erdhejê li Meletiyê jî îro di demjimêr 00:39an de erdhejeke bi hêza 3,6 pileyan pêk hatiye.

Her wiha AFADê da zanîn ku îro jî li navçeya Dîgorê ya Qersê di demjimêr 06:22an de erdhejeke bi hêza 3,8 pileyan pêk hatiye.

6ê Sibata 2023yan li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê du erdhejên mezin pêk hatibûn. Li gor daneyên fermî, di van erdhejan de herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest dan û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.

Erdhejên 6ê Sibatê bandoreke pir xerab li Rojavayê Kurdistanê jî kiribû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dabûn.