Li Cerablusê teqînek pêk hat: 3 endamên ASAyê jîyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Li bajarê Cerablusê yê Sûrîyê bi motosîkletekê teqînek pêk hat û di encama wê teqînê da 3 kesan jîyana xwe ji dest dan.
Hêzên ewlekarîyê şevê din li Cerablusê motosîklêtekê bombebarkirî ferq kirin. Hêzên ewlekarîyê dema xwestin mudaxeleyî motosîkletê bikin teqînê rû da.
Di encama wê teqînê da 3 polîsên herêmî yên girêdayî Artêşa Azad a Sûrîyê (ASA) jîyana xwe ji dest dan. Herweha di heman bûyerê da kesek jî birîndar bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin