Li Kîevê endamên îstîxbaratê bi çekan pev çûn: 3 birîndar

03 îlon 2026 16:45

Li Kîevê paytexta Ukraynayê endamên îstîxbaratê yên vî welatî bi çekan pev çûn. Di êrîşa çekdarî de 3 kesan birîndar bûn.

Li Kîevê endamên îstîxbaratê bi çekan pev çûn: 3 birîndar

RûpelNews - Li gor ragihandina Medya ya Ukraynayê berpirsek payebilind ê ku ji bo Servîsa Îstixbarata Leşkerî ya Ukraynayê dixebitî, ji aliyê Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê ve hat binçavkirin.

Tê ragihandin ku ev girtin bûye sedema pevçûna di navbera her du saziyan de.

Hat destnîşankirin ku di dema desteserkirinê de her du aliyan bi çekan êrîşî hev kirine û di êrîşa çekdarî de 3 endamên îstixbarata leşkerî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê ve hat weşandin, hat eşkerekirin ku girtin wekî beşek ji lêpirsîna li ser êrîşeke terorîstî ya plankirî ya li dijî dijberiyekî Rûsî li Ukraynayê pêk hat.
 Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski bûyer wekî "cîhê şermê" bi nav kir û ferman da lêpirsîneke berfireh were destpêkirin. Wî yek ji karbidestên payebilind ên Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê ji kar derxist.