Li Cammu-Kesmirê ser derket: 3 berxwedêr hatin kustin
PeyamaKurd – Li Hindistanê ll herêma Cammu-Keşmirê li deverên Anantnag û Srinagarê di navbera hêzên asayîşê û bexwedêran de şer derket û di encamê de 3 berxwedêr mirin.
Li gor ragihandina artêşa Hindistanê; li Cammu-Keşmirê di wexta leşker li devera Anantnagê di daristanê de digeriyan, bi grûbekî berxwedêr re rû bi rû bûn û di encamê de 2 berxwedêr can dan.
Şerê dinê jî li bajarê Srinagarê polîs û leşker xeberê sitendin ku berxwedêrekî di malekî de ye, avêtin ser malê û di encamê de berxwedêr mir û 2 paramiliter leşker û 2 polîs birîndar bûn.
Di sala 1947an de dema Îngîltere ji Hindistanê vekişiya Keşmîr prensiyet bû û di wê wextê de mecbûr man ku tercîha xwe li aliyê mayîna bi Hindistanê an Pakistanê re bikin. Her çendîn xelk xwest bi Pakistanê re bimînin jî prensê wextê tercîha xwe bi mayîna bi Hindistanê re da.
Li ser Keşmîrê heya îro Pakistan û Hindistan li hev nakin û di 1947an de, di salên 1865 û 1999an de sê care şer dikin.
Di encama şeran de agirbsekî demkî îmza kirin û niha %45ê Keşmîrê di bin destê Hindistanê de û 35ê wê di bin destê Pakistanê de ye. %20ê mayî di bin destê Çînê de ye.
Hindistanê, di sala 2019an de, statuya taybet ya Cammu Keşmirê rakir û raste rast bi hukumeta Hindistanê ya navendî ve girê da û kir 2 perçe: "Cammu Keşmir" û "Ladakh".
Pakistanê Keşmîra ku di bin destê wê de ye, kiriye du herêmên otonom: "Azad Keşmir" û "Gilgit Baltistan".

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin