Li Cammu Kesmirê 7 kes hatin kustin

25 mijdar 2018 23:27
Li Cammu Kesmirê 7 kes hatin kustin

PeyamaKurd- Li Hindistanê li herêma Cammu Keşmîrê, di navbera hêzên asayîşê û berxwedêran de şer derket û di encamê de 6 berxwedêr hatin kuştin û leşkerekî Hindistanê jî jiyana xwe bû.

Ji artêşa Hindistanê Albay Rajeş Kalia ragihand ku li başûr li herêma Şopianê hêzên asayîşê gundeki dorpêç kirine û di gun de berxwedêr hebûne. Di encama şer de 6 berxwedêrî, yek leşkerekî Hindî mirin û leşkerekî jî birîndar bû.

Xelkê herêmê bo piştgiriyê bide berxwedêran, hatine herêmê û di navbera hêzên asayîşê û xelkê de pevçûn û şer çêbûye. Ji xelkê du kes birîndar bûne.