Li Bursa-Emekê meşeke li dijî hişbirê, fuhûş û çetehiyê
Li taxa Emekê ya girêdayî navçeya Osmangazi ya Bursayê, di pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de li dijî hişbirê, fuhûş û çetehiyê meş hat lidarxistin.
Nûçe: Emrah Çaçan / Bursa
RûpelNews - Di daxuyaniya ku di meşê de hat dayîn de, hat diyarkirin ku hişbir, fuhûş û çetelehî bi taybetî ciwanan û tevna civakî ya civakê hedef digirin û banga mezinbûna têkoşîna hevpar û rêxistinkirî li dijî van pirsgirêkan hat kirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat dayîn de ev gotin hatin cih girtin: ''Gelê Kurd ê ku di nava qirkirinê de 50 sal in ji bo azadiya xwe têkoşîneke mezin daye û hebûna xwe daye naskirin, di van rojan de bi metrsiyeke nû re rû bi rû ye. Dijminê ku fêm kir nikare bi qliyan û îşkenceyan tune bike, bi awayekî planli hişbirê, fuhûşê û çetehiyê di nava gelê me de bi cih dike, dixwaze gelê me bide xapandin û têkoşînê bişikîne.''
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: ''Em wekî ciwanên welatparêz, wekî Ciwanên DEMê, têkoşîna ku li Amedê û bajarên din ên Kurdistanê li dijî hişbir, fuhûş û çetehiyê tê dayîn, li vir, li Bursayê didin destpêkê. Ev xebata ku me îro li Emekê da destpêkê dê li hemû taxên me yên welatparêz ên li Bursayê belav bibe. Emekê ku bi hezaran Kurd lê dijîn û wekî hewayeke Kurdistanê ye, ji niha pê ve ji şerê taybet re neyê teslimkirin.''
Di meşê de banga hişyarbûna ciwanan û niştecihên taxê ya li dijî hişbir, fuhûş û çetehiyê hat kirin û hate xwestin ku piştevaniya civakî û têkoşîna hevpar bên xurtkirin.
