Li Belçîkayê agir bi avahiyê ket: Gelek kes mirin

01 tîrmeh 2026 15:32

Li Belçîkayê agir bi avahiyeke 10 qatî ket. Gelek kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Belçîkayê agir bi avahiyê ket: Gelek kes mirin

RûpelNews - Li bajarê Antwerpê yê Belçîkayê di avahiya 10 katî de agir bi avahiya qata 8an ket. Gelek tîmên agirkujî, tenduristî sewqî cîhê bûyerê hatin kirin.

Her çiqas hejmar nehatibe eşkerekirin jî lê hat ragihandin gelek kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.

200 kes ji avahiyê hatin derxistin. Sedema agirê hêj nehat diyarkirin. Ji bo tespîtkirina sedema agirê lêkolîn hat destpêkirin.