Li Behra Reş keştiyeke rastî êrişa dronî hat: Gelek kes birîndar bûn
Hêzên Deryayî yên Ukraynayê ragihand ku li Behra Reş, dronek li keştiya barhilgir a bi navê “Victress” xist û hejmarek personelên keştiyê birîndar bûne. Li gorî zanyariyan, di nava birîndaran de welatiyên Tirkiyeyê jî hene.
RûpelNews - Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî êrîşê li ser keştiyê şewat derket û her neh endamên ekîbê yên li ser keştiyê hatine rizgarkirin. Hat ragihandin ku di nav ekîbê de welatiyên Tirkiye, Misir û Hindistanê jî hebûn.
Hêzên Deryayî yên Ukraynayê ragihand ku di bûyerê de hin endamên ekîbê birîndar bûne û da zanîn ku welatiyên Tirkiyeyê di nav birîndaran de ne. Heta niha derbarê rewşa birîndaran de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin.
