Li Batmanê di operasyona DEAS ê de 13 kes hatin zîndanîkirin

11 rêbendan 2020 03:23
Li Batmanê di operasyona DEAS ê de 13 kes hatin zîndanîkirin

PeyamaKurd- Di 30 yê meha borî de li Batmanê bi biryara serdozgeriya bajarê Batmanê, bo DEAŞê ji aliyê Tîmên Taybet, tîmên TEM ê û tîmên cendirmeyan de operasyon hatibû kirin û 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin, wan birin dadgehê û dadgeha Batmanê bo 13 kesan biryara zîndanîkirinê û bo 9 kesan jî bi şertê kontrola edlî biryara serbestberdanê hat dayîn.

Hat ragihandin ku di nava girtiyan de berpirsê DEAŞê yê bajarê Batmanê jî heye û diçû kampên DEAŞ ê yên Sûriyê û bi wan re pêwendî datanî.