Li Kerkûkê di operasyona DEAS ê de 25 gumanbar hatin girtin
23 adar 2022 02:10
PeyamaKurd – Li başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê polîs û artêşa Irqê operasyon kirin ser DEAŞ ê û 25 gumanbaran girtin. Ragihandin ji fermandariya Kerkûkê ya operasyonan hat kirin û fermandarî got ku nêzî navça Hawîce li deverên Wadî eş-Şay û Wadî Kor operasyon kirine ser DEAŞ ê.
Di operasyonan de 7 wargehên DEAŞ ê îmha kirine, 37 mayînên bi dest çêkirî û 41 sîlihên sivik bidest xistine. Di îfadên gumanbaran de gotine ku tevlî bûyerên terorê bûne û gumanbaran şandine dadgehê.
Gelek caran li bajarê Kerkûkê li heman navçe û deveran DEAŞ î xwe vedişêrin û ji bo ser wan opreasyon tên kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di operasyona Kerkûkê de 38 terorîstên DEAS ê hatin girtin
05 hzr 2022
Jiyan
Operasyona li dijî DAISê: 47 gumanbar hatin girtin
05 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin