Operasyona DAIŞê: 184 gumanbar hatin girtin

04 adar 2026 07:59

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand ku di operasyonên li dijî DAIŞê de li 35 parêzgehan di du hefteyên borî de 184 gumanbar hatine girtin.

Operasyona DAIŞê: 184 gumanbar hatin girtin

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya wezaretê, di du hefteyên borî de li seranserê Tirkiyeyê di operasyonên li dijî Rêxistina Terorî ya DAIŞê de bi giştî 184 gumanbar hatin binçavkirin. Operasyon li 35 parêzgehan bi koordînasyona Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê, Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Ofîsên Serdozgerên Giştî hatin meşandin.

Operasyon li van bajaran hat kirin

Eden, Agirî, Enqere, Antalya, Dîlok, Êlih, Bîngol, Burdur, Çanakkale, Çorum, Amed, Duzce, Eskîşehîr, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kirikkale, Kilîs, Kocaelî, Mêrdîn, Mersîn, Mûgla, Mûş, Nevşehîr, Osmaniye, Ordu, Sakarya, Samsûn, Riha, Wan, Yalova û Yozgat.

Profîla gumanbarên hatine girtin

Hat destnîşankirin ku gumanbarên di operasyonan de hatine girtin berê di nav DAIŞê de çalak bûn, biryara girtina wan hebû, û piştgiriya darayî dane rêxistinê.

Kelûpelên ku hatine  desteserkirin

Di dema operasyonan de, 8 demance bêlîsans, tifengek, û gelek belgeyên rêxistinî û kelûpelên dîjîtal hatin desteserkirin.