Di operasyona ser DEAS ê de 9 kes hatin girtin

16 tîrmeh 2023 00:30
Di operasyona ser DEAS ê de 9 kes hatin girtin

PeyamaKurd – Di operasyona ser DEAŞê de ku navenda operasyonê bajarê Nevşehirê bû, 9 kesan xistin binçav. Piştî amadekirina ewaqên wan, wan birin dadgehê û dadgehê biryara zîndanîkirina 7 kesan da. Yek ji wan bi şertê kontrola edlî serbest berdan û îfadê yekî din hêj dewam dike.

Operasyon li bajarên Nevşehir, Ankara, Konya, Gaziantep, Manisa û Niğde hat kirin.