Li Bangladesê di xwepêsandanên dijî hikûmetê de herî kêm 76 kesan can dan
PeyamaKurd - Li Bangladeşê di pevçûnên di navbera xwepêşanderên li dijî hikûmetê û polêsan de, herî kêm 76 kes mirin.
Bi hezaran kes li meydana sereke ya paytextê kom bûn û li gelek deverên bajêr jî tundûtûjî derket.
Xwepêşanderên ku li dijî siyaseta hikûmetê çalakiyan dikin, dixwazin ku ji Serokwezîr Şêx Hasîna dest ji kar berde.
Serkirdeyên xwendekarên zanîngehên welat beriya xwepêşandan mezin û berfireh bibin, li dijî hikûmetê dest bi kampaniyaya serpêlnekirina sivîl kiribûn.
Di xwepêşandanên ku veguherî bûyerên tund de polêsan, li dijî xwepêşandanan gaza rondikrêj û guleyên plastîk bikar anîn. Di pevçûnan de herî kêm 76 kesan can dan û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûn.
Li paytext Dhakayê gihîştina înternetê ya li ser cîhazên mobîl hate rawestandin û hin pêşkêşvanan ji medyaya herêmî re gotin ku wan ferman ji hukûmetê wergirtine.
Karbidestek ji Komîsyona Rêkûpêkkirina Telekomunîkasyona Bangladeşê (BTRC) ji BBC Bengalî re got ku karûbarê înternetê ya 4G li herêma Dhaka heya niha rawestiyaye, lê belê wê karûbarên broadband berdewam bikin.
Ji roja Yekşemê, demjimêra herêmî 18:00an ve qedexeya derketina derve hate ragihandin. Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, qedexeya derketina derve wê heta demeke nediyar bê sepandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin