Li Albanyayê li dijî hikûmetê xwepêsandanên girseyî: 10 polîs birîndar bûn

08 cotmeh 2024 15:49
Li Albanyayê li dijî hikûmetê xwepêsandanên girseyî: 10 polîs birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser banga muxalefetê ya sereke Partiya Demokratîk (PD), doh êvarî li Tîrana paytexta Albanya xwepêşandanek li dijî hikûmetê hate lidarxistin.

Xwepêşandêrên ji gelek bajarên welêt li ber avahiya serokwezîrtiyê kom bûn.

Xwepêşandêran ji ber serokwezîrtiyê dest bi meşê kir û li ber parlamento, wezareta karên navxweyî, şaredariya Tîranê û avahiya Partiya Sosyalîst (PS) ya desthilatdar re derbas bûn çalakiya xwe berdewam kirin.

Di navbera polîs û xwepêşanderan de ku molotof û bombeyên dûmanê avêtin gelek saziyên bi taybetî jî avahiya serokwezîrtiyê şer derket.

Di wê çalakiyê de ku çend saetan dewam kir polîsan bi gaza rondikrêj ji hev belav kirin.

Xwepêşanderan rê, rawestgehên otobusan, çop û avahiyên li ber saziyan ji hev belav kir.

Hay ragihandin ku di çalakiyê de 10 polîs birîndar bûne.

Di çalakiyê de hin polîs bi molotofkokteylên xwepêşanderan ku birîndar bûn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de hat gotin, “Di dema xwepêşandanê de welatiyan bi molotofkokteylan, madeyên piroteknîk û tiştên sert êrîşî wan kiriye û 10 polîs jî birîndar bûne.”.

Di xwepêşandanê de  ku bi sedan polîs tê de beşdar bûn, hin rê jî ji trafîkê re hatin girtin.

Opozîsyon daxwaza hikûmeta demkî dike

Çalakî weke bertek li hemberî salek cezayê girtîgehê yê li Parlamenterê PDyê Ervîn Salianji hat lidarxistin.

PD her wiha daxwaza avakirina hikûmeteke demkî dike ku dê çavdêriya hilbijartinên giştî bike ku dê 2025an bên kirin.